Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdetir ji 10 hezar kes ji hêzên rejîma Îranê di Sûriyê de hatine kuştin

12:36 - 10 Kanûna pêşîn 2020

Lêkolerê rûniştiyê Amerîka, “Mecid Mihemedî” got: “aiyê kêm heta niha 10 hezar kes ji hêzên leşkerî yên rejîma Îranê di Sûriyê de, hatine kuştin”.

Rêkxistina “Zêrevanê Mafê Mirov lî Sûriyê” daye xuya ku di encama şerê nawxwe yê Sûriyê de ku nêzî 10 salan e berdewam e, aliyê kêm, 387 hezar kes hatine kuştin.

Pêka rapora wê rêkxistinê, di wî şerî de 117 hezar kesên medenî  ku 22 hezar kes ji wan zarok bûn, hatine kuştin. Herwisa 130 hezar û 500 kesên leşkerî û milîsên girêdayê rejîma “Beşar Esed” û herwisa 1 hezar û 700 milîsên “Hizbullah”ê hatine kuştin.

 “Mecîd Mihemedî” basa ji wê yekê jî kiriye ku ya herî kêm, 70 hezar kesên leşkerî û milîsên girêdayê rejîma Îranê ji despêka şer di Sûriyê de, beşdarî kirine ku 10 hezar kes ji wan hêzên rejîma Îranê, hatine kuştin.