Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdetir ji 10 rojan e ku ava gundê Qirnêse ya li devera Kinarberoj a girêdayî bajarê Urmiyê qut bûye

12:46 - 14 Hezîran 2022

Gundê “Qirnêse” li devera “Kinarberoj”ya girêdayî bajarê Urmiyê hilkeftiye, û ew heyamê 10 rojan e ku ava wan qut bûye û ti berpirsekî peywendîdar serdana wî gundî nekiriye.

Tevî hemû hewlên xelkê gundê “Qirnêse” li dervera Kinarberoj bona rakêşana bala berpisên peywendîdar bona çaresekirina qutbûna ava gund, ti berpirsekî îdareya av û avero ya bajarê Urmiyê amade nebûye serdana wî gundî bikin.

Rejîma Îranê bo çewtekarî û xapandina xelkê, berpirsê binkeya besîcan ya li bexşa “Sêro” yê bo wî gundî şandiye ku besîcan bi dilsozê xelkê bidin nîşandan.

Xelkê gundê Qirnêse neçar mane bi debeyan ava vexwarinê û hewcehiyên malê li hin bîrên avê dabîn bikin.

Neşiyana berpirsan û nebûna birêveberiya serast a ava devera Kiranberoj, bûye sedem ku gundên wê deverê gelek caran rastî pirsgirêkan bibin û berpirsên peywendîdar bi cihê dabînkirina ava wî gundî, hewla daxistina çend bîrên ava xelkê dane.