Zêdetir ji 100 rêberên cîhanê şeva Duşemî 10ê Xezelwerê, li ser vê yekê li hev kirine ku heta dawiya sala 2030 an dawî bi meşa jinavçûna daristan û herifîna erdê bînin.
Pêka nûçegihaniya “Reuters”ê wan rêberan soz dane ku, 19 miliyard Dolar di çarçoveya bûdceya beşên giştî û taybet de bûdceyê bo parastin û vejîna daristanan terxan bikin.
Dxuyaniyeke hevpar di meşa konfiransa herêmî ya Saziya Netewên Yekgirtî di bajarê“Gilasko”yê de hate belav kirin û ji rêberên welatên wekî “Brêzîl, Endonêziya, Komara Demokratîka Kongo” ku ew welatane %85 li daristanên cîhanê li xwe digirin, piştevanî hate kirin.
Pêka Daxuyaniya rêberên “Gilasko”yê li derheq daristan û mifahwergirtin ji erdê, zêdetir ji 33 miliyon kîlometrên 2cî, daristanên cîhanê ji xwe digire.
Serokwezîrê Brîtaniyayê “Boris Johnson” gotiye: “Me dê ew derfet hebe ku dawî bi dîrok dûr û dirêj ya mirovahiyê weku serdestbûna mirovan bi ser sirûştê bînin û di hember de hewla parastina wê bidin.”