Zêdetir ji 12 hezar û 250 ton sêv û pirteqalên bazara cejna Newrozê li ser destê rejîma Îranê maye û ew êmîşane ne li derve û ne jî li navxweyê welat têne firotin.
Saziya (Teavon) Hevkariya gondan a rejîma Îranê daye zanîn, ku nêzî 12 hezar û 250 ton êmîşên rêkxistina bazara cejna Newrozê ya 1401an a Rojî, di serdxaneyan de maye ku bo firotinê dibin.
Eva jî di halekê de ye ku ne kalîteya wan êmîşên evqas li serê ye ku bo derveyê welat bêne şandin û ne jî xelkê navxweyê welat şiyana kirîna êmîş hene, eva jî bûye sedem ku piraniya wan êmîşan di serdxaneyan de bimînin û xirab bibin.