Serokê Saziya nûjenkirin û hewcehiyên xwendingehan “Mêhrûlla Rexşanîmêhr” gotiye: “ %19.5 a xwandingehên Îranê hewcehî bi nûjenkirin û qahîmkirinê hene.
“Rexşanîmêhr” gotiye ku xwandingehên parêzgeha “Sîstan û Belûçistan”ê ti hewcehiyek bi nûjenkirinê nîne lê eva di halekê deye di wê parêzgehê de ti xwandingehek nîne ku pêdvî bi nûjenkirinê nebe.
Wezareta Perwerde û Hînkariya Rejîma Îranê daye zanîn ku biriyar e li sala nû ya xweandinê, dersxwan di xwendingehan de waneya bixwînin, lê eva di halekê deye ku piraniya xwandingehên Îranê ber bi herifînê ne û eva dibe metirsiyeke micid bo ser dersxwanan.
“Rexşanîmêhr” gotiye ku ji sala 1392an heta sala1396an a Rojî ti bûdceyek bo nûjenkirina xwendingehan nehatiye dabînkirin û bi wê sedemê beşeke zêde ji projeyan bi nivekarî mane.