Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdetir ji %23 a xelkê Îranê tûşî nexweşiyên hundirî bûne

11:18 - 12 Çirriya pêşîn 2020

Wezareta Tenduristî ya rejîma Îranê ragihandiye ku %23 a xelkê Îranê tûşî nexweşiyên hindirî bûne û piraniya wan kesan bona çareseriyê serdana pizîşkên hundirî, derûnnasan û bisporên tenduristî yên hundirî nekirine.

Roja Yekşemî, 11ê Çirriya Pêşîn, berpirsê “Ofîsa Tenduristiya Hundirî” yê Wezareta Tenduristî ya rejîma Îranê, “Ehmed Hacibî” di daxuyaniyê de ragihandiye: “%23 a xelkê Îranê tûşî nexweşiyên hundiurî bûne û %66-%75 a wî xelkî bona çareserkirinê serdana pizîşkên hundirî, derûnnasan û bisporên tenduristiya hundirî nekirine.

“Ehmed Hacibî” daye zanîn, ku bo her 45 hezar kesî bi tenê 1 pizîşkê hundirî heye, lê bas ji nirxa dermanan û xercê çareseriyê nekiriye ku piraniya xelkê Îranê nikarin heta dermanên asayî jî bikirin.

Di welatekî wekî Îranê de ku hêvî bi paşerojê nemaye, jiyana xelkê di qonax birsîtî, betalî, cudatîdanînan de maye, dizî û gengelî di asta herî bilind de ye, pirsgirêkên jiyana xelkê ji aliyê berpirsan ve nayêne çareserkirin, di rewşeke wiha de, hundirê mirovan rastî hejmarek ji karlêkeriyên nerênî tê û tenduristiya hundirî ya wan kesan aloz dibe, lewma asta xwekujî, xemokî û bi 10an nexwşiyên dinê di civatgehê de bi awayekî berfireh zêde dibin û niha xelkê Îranê di bin gefa herî tund ya nexweşiyên hundirî de ne û ber bi karesatê ve diçe.