Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdetir ji 306 hezar kesên sivîl di şerê navxweyî yê Sûriyê de hatine kuştin

19:02 - 28 Hezîran 2022

Di şerê Sûriyê de zêdetir ji 306 hezar kesên sivîl hatine kuştin ku ji sedî 87 ji wan ji aliyê hêzên “Beşar Esed” û hêzên girêdayî rejîma Îranê ve hatine kuştin.

Pêka nûçeya ku Nûçegihaniya “Middle East” ê belav kiriye, roja Sêşemî 28ê Hezîranê Ofîsa Mafê Mirovî ya Saziya NY “UNHRC” ragihandiye: “Ji sala 2011`an li destpêka şerê Sûriyê heta niha 306 hezar û 887 kesên sivîl hatine kuştin” û Saziya Mafê Mirovî ya Sûriyê jî ragihandiye: “Ji sedî 87 kuştina wan sivîlan ji aliyê hêzên “Beşar Esed” û hêzên girêdayî rejîma Îranê ve hatine encam dan.

Pêka rapora Saziya NY ev amara, kesên ku bi sedema nebûna hewcehiyên pizîşkî an nebûna av û xwarinê canê xwe ji dest dane, ji xwe nagir e.

Her di vê derheqê de Komîsera Bilind ya Mafê Mirovî ya Saziya NY “Michell Bachlit” gotiye: “Ev şiroveya hestek zelaltir ji dijwarî û asta şer û pevçûnan li Sûriyê nîşan dide.

Rejîma Îranê bi piştevanîkirina tev alî ji rejîma “Beşar Esed” re di tev xisarên canî û malî yên Sûriyê de û tev cinayetên qewimî de, hevparê rejîma Sûriyê ye.