Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdetir ji %40 ava gola Zirêbar çik bûye

12:53 - 12 Çirriya paşîn 2021

Gola Zirêbar ku yek ji balkêştirîn civaniyên devera Merîwanê ye û wekî yek ji mezîntirîn golên ava şirîn a Rojhilatê Kurdistanê û Îranê tê hejmartin, di wê dawiyê de rastî kêmbûna avê hatiye.

Berpirsê Îdareya Parastina Jîngeh a bajarê Merîwanê “Îbrahîm Himmet Bolend” li derheq kêmbûna ava gola Zirêbar gotiye: “Ava gola Zirêbar di beranber sala par de ava wê 20 milyon metra 3cî kêmtir bûye û ew gola heta 60 milyon metra 3cî dikare avê li xwe bigre.

Bi sedema nehatina baran û befrê û herwisa lêdana bîrên avê û tevlîbûna avên gemar, ava beşek ji kaniyên wê golê kêm bûne an çik bûne an bi sedema heriyê xitimîne.

 Herwisa “Îbrahîm Himmet Bolend” gotiye: “bi sedema wê yekê ku ava wê golê naherîke, qasa levitîna vê zêde bûye û gemara derdorê jî tevlî ava vê dibin”.

Herwisa navbirî got: “Ava averoyên 3 gundên “Kolan, mehmewe û Sêfa xwarê” li nêzî gundê “Kanî Sanan”ê tevlî ava gola Zirêbar dibin.

Şevitandina qamûşên wê golê ji aliyê rejîmê û nebûna ti bernameyek bo parastina wê golê, jiyana balinde û ajelên kuvî ên wan deveran xistiye metirsiyê.