Aboriya xelkê Îranê di rewşekê nebaş de ye û enfilasyon jî yek ji sedemên sereke ye ku bandorek nerênî li ser jiyana xelkê û zêdebûna rêjeya hejariyê di nava civaka Îranê de danaye.
Cihgirê berê yê Wezareta dabînkirin, kar û xweşbijîwiya civakî yê rejîma Îranê “Ehmed Mêyderî” di civineke rojnamevaniyê de digel nûçegihaniyên ser bi rejîma Îranê, gotiye ku %40 xelkê bajarê “Tehran”ê hejar in û şiyana dabînkirina xanî û malan tinînin.
Herwisa “Ehmed Mêyderî” bas ji bilindbûna rêjeya enfilasyonê di Îranê de kiriye û wekî girngtirîn sedema hejariyê di Îranê de daye zanîn û gotiye: “Her salekê ku enfilasyon zêde bibe rêjeya hejariyê jî zêde dibe.
Wî karbidestê rejîma Îranê îdia kiriye ku her kesek şiyana dabînkirina xwarina rojaneya xwe tine be di bin hêla hejariyê deye! û niha tenê %4 xelkê Îranê hejar in!
Beşek zêde ji xelkê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê şiyana dabînkirina xaniyan tinînin û herwisa beşek zêde ji xelkê di bin hêla hejariyê de ne ,lê ev gotin wiha û îdiasyên bê binyat, bi tenê bo perdepoşkirina neşiyan û siyasetên çewt ên rejîma Îranê ye ku çavkaniya hemû astengî û pirsgirêkên jiyana xelkê ye.