Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdetir ji 7 milyard dolarên Îranê di Koreya Başûr de hatiye blokkirin

12:51 - 13 Hezîran 2020

Koreya Başûr piştî dorpêçên aborî yên Amerîka li ser rejîma Îranê zêdetir ji 7 milyard dolarên Îranê blok kiriye.

Roja Înê, 12`ê Hezîranê, Serokê Odeya Hevpar a Ticareta Îran û Koreya Başûr, “Husên Tenhayî” bas ji darayiya blokbûyî ya rejîma Îranê di Koreya Başûr de dike, ku pêka gotina wî ew bi qasî, 6.5 heya 9 milyar dolar e, ku biryar bûye 50 milyon dolaran bi rejîma Îranê re bidin lê ew jî nedane.

“Husên Tenhayî” bas dike ku: “Koreya başûr li ser soza xwe nema û tevî ku gotibûn em dikarin hindek pere wekî xelat bi Îranê bidin, lê ew jî nedan”.

Ticareta di navbera rejîma Îran û Koreya Başûr de li asta herî nizim a nêzî sifrê daketiye.

Banka Koreya Başûr “Vorî Bank” (Woori Bank) bas kiriye ku rejîma Îranê bona heqdesta wê bankê û parastina wê darayiya Îranê dibe bi wê bankê re pere bide.

Rejîma Îranê piştî dorpêçên aborî yên ji aliyê Amerîkayê ve, rastî pirsgirêkên micid yên aborî û siyasî hatiye û hemû hewlên xwe dide ku rewatiyek bo xwe biafirîne û xwe ji îflasa aborî rizgar bike lê roj bi roj rewşa Îranê aloztir dibe û ber bi şikesteke yekcarî ve diçe.