Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdetir ji çar rojan e ku qesabên bajarê Seqizê di girevê de ne

19:18 - 8 Kanûna Paşîn 2019

Kurdistanmedia: Bo careke din di heyama du salên borî de, qesab û goştfiroşên bajarê Seqizê di hemberî birêveberiya nedirust û nirxa bilind ya goştê sor de dest dane girevê û daxwaza çareseriyeke lojîk bo vê kêşeyê dikin.

Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, di rojên borî de, nirxa kîloyek goştê sor li bajarê Seqizê gihîşte 65 hezar Tûmenî, eva di demekê de ye ku nirxa hemû kalayekê bi taybetî tiştên rojane û xwarinan hêdî hêdî rû li hilkişyanê ye, û heta niha jî karbidestên rejîmê tu pêngaveke bicî bo kontrolkirina giraniyê, pê nebûye.

Li gora gotina beşek ji qesaban karbidetsên rejîma Îranê, di heyama deh rojên borî de zext xistine ser qesabên bajar ku dibe kîloyek goşt bi 55 hezar Tûmenî bifroşin, di halekê de ku xercê goştê sor di kuştargehan de bo qesaban nêzîkî 600 hezar Tûmen e.

Ejîma Îranê bi eqliyeta gef û bêdengkirinê dixwaze ku kêşeyên siyasî û aborî û ferhengî ên welat çareser bike, lewra bi heman bîrokeyê jî berbirûyê xelkê kasibkar û bazarî dibe. Her bi vê sedemê ve zêdetir ji çar rojan e ku qesabên bajarê Seqizê dest kirine bi gireveke aram û amade nebûne ku sere ajelan bibiirn û goştê sor bifiroşin.

Roja 8`ê Gelawêjê qesabên bajarê Seqizê bi awayekî ranegehandî, girev girtin, û bi sedema giraniya bêreje, qesabên Seqizê nekarîn ku sere ajelan bibirin, her bi vê sedemê jî serbarê vê ku dukanên qesabiyên seqizê li jêr zexta navendên emniyetî û serkutkar ên rejîmê di vî bajarî de rojane dihatin vekirin, lê tu goştek tê de nebû.