Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdetir ji heftiyek e ku ava çendîn gundan li devera Dol a girêsdayêî bajarê Urmiyê qut bûye

13:06 - 18 Tîrmeh (Temûz) 2022

Çendîn gundên devera “Dol” a girêdayê bajarê Urmiyê, bi sedema qutbûna avê rastî pirsgirêkan hatine û zêdetir ji heftiyekê ye ku ava wan hatiye qutkirin.

Gundên “Samorte, Dizê, Ken`an û Kergen” ê li devera “Dol”ê zêdetir ji heftiyekê ye ku ava wan hatiye qutkirin û pêka gotina xelkê wan gundan, enbara ava wan gundan li gundê “Şeytanava”yê de ye û li wir hatiye qutkirin û heta niha sedema qutkirina vê avê nehatiye ragihandin û berpirsên rejîmê tevî ku ti pêngavek bo çareserkirina vê pisrgirêkê hilnegirtine, ti basek ji vê pirsgirêkê jî nakin.

herwisa di gundê Îngiceya li devera Soma û devera Sîlvanayê de jî pirsgirêka bêaviyê micid e û berpirsên peywendîdar bersiva xelkê nadin û xelk ji vê rewşê nerazî ne û sardana bexşdariyên devrê kirine

Bi sedema bêavî û germahya zêde, xelk li warê ava vexwarin, tendirustî û karên nav malê rastî pirsgirêkên dijwar hatine û renge nexweşî û paşhatên bêaviyê li ser jiyan û canê xelkê bibin gef.