
Kesên derfetçî û qazancxwaz di hewleke li dijî jîngehî, zêdetir ji hezar darên deşta “Sûsîn”ê girêdayê bajarê Baneyê birîne.
Di wê hewla dije jîngehî de piraniya daran an tevawî birîne an beşek ji wan bi mişaran bi nive birîne û bi cih hiştine.
Ew kiryara qirêj û li dijî jîngehê, xelkê wê deverê ecêbgirtî hiştiye.
Heta niha berpirsên îdareya “Cengelbanî” ya wî bajarî û ti aliyek pêwendîdar, lêkolîn û lipeyketin bo wê kiryara qirêj û li dijî jîngehê nekirine.