Hevdem digel civîna guherînên deverî li bajarê Gilasko ku ji aliyê Saziya Netewên Yekgirtî ve çavedîrî li ser tê kirinê, alîgirên jingehê li zêdetir ji 200 bajarên cîhanê de bi rî ve çûn.
Civîna guherîna deverî ya bi navê “Cup26” di bajarê Gilasko li Skatlendê de bi rê ve çû û hevdem alîgirên jingehê bo girîngîdan bi rawestan li dijî gerimbûna erdê, li zêdetir ji 200 bajarên cîhanê xwenîşandanên gelek berfireh lidar xistin û li ser girîngî û hestiyarbûna germbûna erdê bi micidî tekezî kirine.
Xwenîşanderan daxwaza “Dadperwerî li Av û Hewa hevdem digel guherinên deverî li cihanê” kirine û ew xwenînandanane bi banghêjiya 112 navendên parastina jîngeh di çendîn bajarên mezin ên ji Sîdniya Ustraliya heta Parîs û Lenden û ji Nayrobiya Afrîqa heta Mekzîkê de hatine lidarxistin.
“Cup26” bi beşdariya nêzî 40 hezar kes ji rêber û nûnerên 190 welatên cîhanê, rojnamevan û çalakvanên jîngehparêz û aborî di bajarê Gilasko ya welatê Skatlendê de kom bûne ku bernameyekê li dijî gerimbûna erdê darêjin.
Di wê civînê de çendîn lihevhatinên girîng li ser jîngeha cîhanê û parastina vê hatine wajokirin lê rejîma Îranê ti lihevhatinek wajo nekiriye.