Pêka amarên rejîmê zêdetirîn rêjeya zewacê di navbera temenê 20 heta 29 saliyê de ye û zêdetirîn rêjeya telaqê di 5 salên destpêkî yên jiyanê de diqewimin.
Serokê Encumena Alîkarîdana Civakiya Îranê, “Hesen Mûsewî Çelek” li derheq temenê zewac û telaqê got: “Ji destpêka demsala Biharê heta dawiya demsala payîza sala 1399an, zêdetirîn rêjeya telaqê li navbera temenê 30 heta 39 saliyê de bûye û zêdetirîn rêjeya zewacê jî di navbera temenê 20 heta 29 saliyê de bûye.
Wî berpirsê rejîmê îdia kiriye ku “karlêkeriya aboriya xirab sedema bingehîn a telaq di Îranê de ye”; Lê di rastiyê de nebûna ewlehiya “kar, jiyan, dahat û bêhivîbûn ji paşerojê” û nebûna xweşbijîvî sedemên bingehîn ên zewac di temenê serwetir de ne.
Herwisa nebûna ewlehiya “kar, jiyan, dahat û bêhivîbûn ji paşerojê” û nebûna xweşbijîvî karlêkerî li ser daxwaza bav û dayîkan bo hebûna zarokan jî kiriye û gelek kesên zewicî naxawzin zarokên wan di rewşeke wiha bê ewleh de ji dayîk bibin.
Daketina rêjeya jidayîkbûnê pirsgirkeke gelek micid e û heta çend salên dinê civaka Îranê dê civakeke pîr bê hisêb ku karlêkerin gelek dijwar hene.