Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdeyî 66 hezar hevwelatiyên Îranê tûşî nesaxiya “HIV” bûne

12:12 - 20 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Rastiyên di navxweyî Îranê de, vê yekê derdixînin ku, nêzîkî 66 hezar hevwelatiyên Îranê, tûşî nesaxiya “HIV” ne.

Dr. Mes`ûd Merdanî birêveberê biyavê zanistî ê kongireya navneteweyî ya HIV`ê, tevî baskirina vê ku êpîdmolojiya nexweşiya HIV`ê di van salên dawiyê de, ji riya mu`itadbûna bi lêdana derziyên hevpar, guherî ye bo riya veguhastina cinsî.

Herwisa navbirî got ku, di Îranê de, zêdeyî 34 hezar kesên tûşbûyî bi nesaxiya Îdizê hatine erêkirin, ku ji vê hejmarê 16 heya 17 hezar kesên din yên tûşbûyî bi nesaxiya îdizê di  bin çavdêriyên berdewam yên pîzişkî de ne,lê yên din jî, tu hewcehiyên pîzişkî  derheq çareseriyên vê nesaxiyê de nedîtine.  

Dr Mes`ûd daye xuyakirin ku, amarên hevwelatiyên Îranê yên tûşbûyî bi nesaxiya Îdizê di Îranê de, nêzîkî 66 hezar kesî texmîn hatiye lêdan ku, ji vê hejmarê zêdeyî yek li ser sê mirovan agehdarê vê nesaxiya xwe nin yan jî agehdar in lê înkar dikin,  û wê  nesaxiyê di heyama sala  2017`an de canê nêzîkî 940 hezar kesî girtiye û heya Îro jî nêzîk  35 milyon kesên din bi sebeba tûşbûna bi vê nesaxiyê canê xwe ji dest dane.