
Kurdistanmedia: Li gora nûtirîn amarên ku hatine belavkirin, li Îranê, nêzîkî 80 kesan bi sebeba bikaranîna elkola sexte, canê xwe ji dest dane.
Roja Duşemî 30`ê Çiriya Pêşîn, Îrec Herîrçî, Berdevkê Wezareta Tendrustiyê a Îranê, dabû eşkerekirin ku di heyama meh û nîvan a borî de, bikom nêzîkî hezar hevwelatî di deverên cuda yên welat de, li parêzgehên wekî, Hormaozgan, Xurasana bakûr, Tehran û Elborzê de, bi sedema bikaranîna Elkola saxte, jehrawî bûne, û hejmarek ji welatiyan jî canê xwe ji dest dane.
li gorî gotina navbirî di heyama du rojên borî de, 959 kesên ku ji ber vexwarina Elkolê jehrawî bibûn serdana navendên dermanî yên welat kirine, ku hejmara 402 kes ji wan li parêzgeha Elborzê, 326 kes li parêzgeha Hormozgan, 76 kes li parêzgeha Xurasana Bakûr û 61 kesên din jî li parêzgeha Tehranê de bûne.
Herwisa Berdevkê Wezareta Tendirustiyê di berdewamiya axavtina xwe de îşare bi jehrawîbûna welatiyan bi sedema vexarina elkola Mtîlîk û elkola ku bi dest hatiye çêkirin kiriye.
Li gorî gotina Berdevkê Wezareta Tendirustiyê, û her bi vê sedemê jî 305 kes ji welatiyên tûşbûyî hatine diyalîzikirin û 27 kesên din jî ronahiya çavên xwe ji dest dane.
Dawîn amarên Wezareta Tendrustiyê a Îranê nîşand didin ku, zêdeyî 80 welatiyan di heyama 6 hefteyên borî de bi sedema bikaranîna elkola saxte, canê xwe ji dest dane.
Tevî berhemanîna bi dest, pareke zêde ji elkola ku di Îranê de bi kar tînin, bi awayê qaçax tê, herçend ku amarên fermî derheq asta bikaranîn û hejmara kesên ku di Îranê de, elkolê vedixwen tuneye, lê di heyama sala borî de, Elî Ekber Seyarî, cihgêrê Wezîrê Tendrustiyê dabû eşkerekirin ku, salane 420 milyon lîtir elkol di Îranê de tê bikaranîn.
Zêdeyî %90 ji markên elkolê ber dest di Îranê de, ji şûşên dubere bi kar hatine ku ji wan mifah tê wergirtin û ji elkola Pîşeyî, Hebên Tramadol, Şekira Şevtî û Asans û .. hwd pêk hatiye.