Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Zehra Ebdullahî”: malbatên Îranê digel kêmiya hêza tendirustiyê rûbirû ne

18:41 - 9 Hezîran 2022

Malbatên Îranê ji ber neşiyana dabînkirina hewcehiyên rojane yên xwe ji sedî 30 hêza tendirustiya xwe ji dest didin.

Pêka gotina birêvebera giştî ya Ofîsa Pêşxistina Xwarinê ya Wezareta Tenduristiyê ya rejîma Îranê “Zehra Ebdullahî”, enfilasiyon dikare li ser lezgîniya xwarina xirab bandorê danê û di rewşa enfilasiyonê de asta dahata xelkê digel asta enfilansiyonê yek nîne, ev dibe sedema ji destdana hêza tendirusiya wan.

Herwisa wê berpirsa rejîmê ew yek pejirandiye: Piraniya amarên xwarina nebaş bajarên weke “Sîstan û Belûçistan, Kirman, Hormozgan, Xorasana Bakurî û … hwd” ji xwe digrin.

Ji ber bilindbûna nirxan û betalbûna karxaneyên pîşeyî û herwisa betalbûna welatiyan rewşek afirandiye ku, xelk nikare çavkaniyên pirotoyînî yên weke “goşt, mirîşk, hêk û xwarinên spî” dabîn bikin û her ew jî bûye sebeb ku sifreyên malên xelkê wala bimînin.

Her di vê heyamê de, ji ber bilindbûna nirxên hinek ji hewcehiyên jiyanê xelk rijiyane li ser şeqaman û bi qîrandina siloganên weke “mirin û neman bo dîktatoran û siloganên li dijî siyasetên dije mirovî yên rejîma Îranê” nerazîbûna xwe nîşan dan lê rastî serkut û binçavkirinê hatin.