Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Zelenskiy”: Rûsiyê êrîşên berfireh bo ser Rojhilatê Ukrayên dest pê kiriye

17:01 - 19 Nîsan 2022

Serokmarê Ukraynê “Zelenskiy”, ragihandiye ku Rûsiyê êrîşek berfireh kiriye ser rojhilatê devera “Dunbas” ya wî welatî.

Navbirî di nava tora civakiya “Telegram”ê de gotiye: “Em niha dikarin rabigehînin ku şer di devera “Dunbas”ê de hatiye destpêkirin û Rûsiye heyamek zêde bû ku xwe bo wî şerî amade dikir û niha artêşa Rûsiyê hêzek zêde bo wî şerî terxan kiriye.”

Bi vekişandina hêzên “Rûsiyê” li derdora “Kiyêf”ê şer li rojhilatê “Ukrayn”ê zêde bûye û Rûsiye carek din bala xwe xistiye ser devera “Dunbas”ê ku ji sala 2014an ve di bin kontirola serbixwexwazên alîgirê “Misko”yê de bûye.

Fermandê devera “Lohanêsk”ê gotiye: “Bi sedema êrîşa Rûsiyê ew dever bûye cehenem, û çend hefte ye ku em bas vê yekê dikin.”

Pêka gotina berpirsên “Ukrayn”ê roja Duşemî 8 kesên sivîl li rojhilatê wî welatî bi sedema bordûmanên “Rûsiyê” hatine kuştin.”