Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zenga huşdarî li Tehranê/ firîna balafirên F35 ên Îsraîlê li ser esmanê Tehranê

11:28 - 30 Kanûna Paşîn 2021

Dengê ajîra huşdarîdan li bajarê Tehrana Îranê bertekên cuda yên bikarhênerên torên civakî li pey xwe ve aniye û berpirsên rejîmê jî ti zaniyariyeke serast belav nekirine.

Duh şev 10`ê Rêbendê, dengê ajîra huşdarîdan di hin deverên rojavaya Tehranê de hate bihîstin. Hin ji bikarhênerên torên civakî vidiyoyên ajîra huşdariyê belav kirin û bertekên cuda nîşan dane. Hevdem hate zanîn ku balafira rêwîngî ya “Turkîş Îrlayinz” ji Stanbolê ber bi Tehranê ve rê ya xwe guheriye û ber bi Bakoyê ve çûye û li balafirxaneya wir hatiye xwarê.

Lê Televîziyonên Tirkiyê ev nûçeya balafira rêwîngî ya Tirkiyê ret kirin û wiha dene zanîn: “Balafira Turkîş bi sedema pirsgirêkên teknîkî di balafirxaneya Xomeynî de nehatiye xwarê! Belkî bi sedema huşdariya êrîşa esmanî li ser Îranê rêya xwe guheriye”.

Hevdem nêzî 2 demjimêran hin ji malper û malpera Saziya Vizeya Navkî ya rejîma Îranê hatine rawestanidin. Hin çavkaniyên nefermî jî dabûne zanîn ku ew malperên rejîmê hatine hekkirin.

Hin çavkaniyên nefermî jî gotine: “Hevdem du agirpêketin di derdorên rojavaya Tehranê de ku cihê parastina Spaha Pasdaran e rûydaye. Û bi amadebûna hêzên taybet yên Spaha Pasdaran jî di van deveran de berqa devra rojavaya Tehranê jî hatiye qutkirin.

Lê ya girîng a wê nûçeyê jî wiha hatiye zanîn, hin ji çavkaniyên nefermî yên Îsraîlê jî dane zanî: “Çend balafirên F35 ên şerker yên Îsraîlê li ser esmanê Tehranê geriyane û embareke alavên raktûrên navkî ya Netenzê bombebaran kirine.

“ID Cohen” Siyasetmedarekeî Îsraîlê li ser rûperla xwe ya Twitterê nivîsîbû: “Wisa tê zanîn ku niha balafirên şerker yên F35 yên Îsraîlê li ser esmanê Tehranê di halê gera esmanî de ne”.

Lê di vê derheqê de berpirsên rejîmê ti bertekek nîşan nedane û hin berpirsên rejîmê ew bûyera wiha dane zanîn:

Hemîdrizagoderzî Cihgirê Ewlehiya Parêzgariya Tehranê gotiye: “Ew denge ya ceribandina sîstemeke dengî ya navendekê bûye”.

Mensûr Derecatî, Birêveberê Giştî yê Krîza Parêzgeha Tehranê gotiye: “Bi sedema barîna baranê, av çûye nav yek ji avahiyên saziyekê di rojavayê Tehranê de û dizgira avahiyê ajîra huşdariyê daye”.

Îhsan Ariya, Nûçegihanê Tesnîmê, li ser rûpela xwe ya Twitterê nivîsîbû: “Ti berpirsek li hember ajîra huşdariyê li Tehranê bersivder nîne! Ne Wezareta welat ne jî Parêzgariya Tehranê”.

Heta niha bersivên serast di vê derheqê de ji aliyê berpirsên rejîmê ve nehatine dan û gelek rastiyên wê ajîra huşdariyê hatine veşartin.