Sêyemîn karwanê alîkariya “Zerdeştî” yên Hindistanê di bajarê “Dêlhî”yê de gihane balyozxaneya rejîma Îranê.
Roja Înê, 8`ê Gulanê, Sêyemîn cara alîkariya “Zerdeştî”yên Hindistanê ku ji derman û emrazên taybet bo xweparastin ji vîrûsa Koronayê pêk hatibûn, di bajarê “Dêlhî”yê de dane balyozxaneya rejîma Îranê.
Eve cara 3`emîn e ku Zerdeştiyên Hindistanê wan alîkariyan didine rejîma Îranê, alîkariyên berê yên wan jî, pêk hatibûn ji mask û derman û emrazên hewcê bo xweparastin ji vîrûsa Koronayê. Ev alîkarî bi rêya Kompaniya Esmanî a Mahanê ve bigehe Tehranê.
Zerdeştiyên Hindistanê zêdetir ji hezar saliye ku di virde cih girtine. Ev piştî şikestina Sasaniyan koçberî Hindistanê bûne.
Kompaniya Esmanî a Mahan, piraniya wan alîkariyan ku bo xelkê Îranê têne şandinê, vediguhaze û rasterast dide Spaha Pasdaran a terorîst.
Di rewşekê de ku, xelkê Îranê ji her kesî zêdetir hewceyî bi wan emrazan hebûye, Spaha Pasdaran wan alîkariyan bo welatên wekî Sûriyê û bi destê rejîmên dîktator an girûpên terorîstî yên girêdayê rejîma Îranê an hevpeymanê rejîma Îranê dişîne.