Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zerîf: Si`ûdî li pey derbelêdana li me ne

10:31 - 23 Kanûna pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Wezîrê Karê Derve ê Îranê ragehandiye ku Erebistan dixwaze me lawaz bike, û me tawanbar dikin bi zêdexwaziyê.

Zerîf  Wezîrê Karê Derve ê Rejîma Îranê di gotûbêja bi heftenameya “Le Point” a Firansî re, derheq pêwendiya Îranê digel Erebistanê, ceribandinên mûşekî ên Îranê, û siyaseta Îranê derheq Îsraîlê qise kiriye.

Di vê gotûbêjê de Zerîf çewtekarî kirine, û ragehandiye ku, wan tu carî bas ji jinavbirina Îsraîlê nekiriye, belku eva si`ûdî ne, ku li pey derbelêdana li me ne, lê jiber ku ew serkevtî nabin, me tawanbar dikin bi zêdexwaziyê. Erebistan hewl dide bi piştevaniya Amerîka, Firanse û Îngilîzê, welatê Îranê ji Rojhilata Navîn mih, yan jî îzole bike.   

Li gora gotian Zerîf, Erebistan li her ciyekî, her kiryarekê encam bide, tenê armanc dijayetiya bi Îranê re ye, eva di demekê de ye, ku ew siyaset heya niha bê encam maye.

Zerîf herwisa bi ew qasê bêşermî ve dibje, ev ku di herêmê de rû dide, encama siyasetên Erebistanê ne, ne siyasetên Îranê!.

Rejîma Îranê ku niha din bin zexta herî zêde ya dorpêçan, û di navxwe de jî, di bin zexta xelkê xwe de ye, wekî hemû carê bi bas kirina hindek nerastiyan dixwazin bîr û raya giştî bixapînin, lê destêwerdanên wan, ew sînor derbaz kirine, ku bi van gotûbêjan bikarin ratsiyan veşêrin.

Rayedarên wê rejîmê, dehan sal e, ku bas ji jinavbirina Îsraîlê dikin, û aramiya herêmê têk didin, û lawaziya wê rejîmê jî, encama van siyasetên şaş e.