Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zerîf: Welatên deverê nedemokrat in û guh nadin xelkê xwe

18:14 - 25 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Berpirsên rejîmê herçende bixwe ew rewşa siyasî bi ser xelkê de sepandine, lê welatên din bi nedemokratîk dizanin.

“Mihemed Cewad Zerîf”, li dema beşdarkirina li konferansa “Diyaloga Medîterane” de, ji bilî komek qisên nerast çi deskewteke din tunebûye.

Çaremîn konferansa navneteweyî a “Diyaloga Medîterane”li bajarê “Rom” a pêtexta welatê Îtaliya, û bi beşdariya 50 welatan dest bi kar kir.

Ev konferansa gelek ji mijarên wê hatibûn danîn bo kirîzên derveyî deriyaya Medîterane wekî: Wize, Şer li Yemen û Sûriyê, Dorpêçên ser Îranê û alîkariya di navbera Ewropa û Amerîkayê, Kêşeyên jîngehî, Kirîzên abûrî û terorîzmê.

Di panêla taybet bi Rejîma Îslamî a Îranê de, “Mihemed Cewad Zerîf” Wzîrê Derveyî Rejîma Îranê, bersiva pirsiyarên pêşkeşkarê wê panêlê da.

Wezîrê Derve yê Rejîmê di dema bersivdana pirsyaran derheq destêwerdanên wan di nava karûbarê welatên deverê de, xwe ji bersiva zêdetir vedizî, û Amerîka li çêkirina kirîzên deverê wekî tawanbar nîşan da.

“Mihemed Cewad Zerîf” di destpêka qisên xwe de Amerîka bi vê yekê tawanbar kir, ku êrîş kiriye ser Îraqê, û bûye sedema çêkirina girûpên terorîstî.

Wezîrê Derve yê Rejîmê li dirêjiya qisên xwe de basa wê hindê kiribû, ku rejîma Îranê 40 sal e li hember siyasetên Amerîkayê rewestiyaye, û heta me pêşkevtin jî hebûye, di warê guherîna siyasetên rejîmê.

 “Mihemed Cewad Zerîf” bas ji wê yekê jî kir “ji ber çi, dibe ku em siyasetên xwe biguhrin? Gelo me piştevanî ji dewleta “Sedam Husên” kiriye? An jî me piştevanî ji terorîzmê kiriye?

Ev qisên “Mihemed Cewad Zerîf” bê bersiv nema, û “Ehmed Ebulxeyt” Berpirsê Giştî yê Yeketiya Ereb di panêla piştre di qisên xwe de, rejîma Îranê bi wê tawanbar kir, ku destêwerdan di karûbarê welatên Ereb de kiriye, bi mebesta vegeşandina berjewendiyên xwe, û daxwaz ji rejîma Îranê kir, “siyasetên xwe li deverê de biguhere, û rêz ji serweriyên welatên cîran bigire”.