
Kurdistanmedia: Navendên serkutkar ên rejîma Îranê, zext xistine ser girevgirtiyan da ku dukanên xwe vekin, û dawiyê bi girevê bînin.
Nûçe bas ji vê dikin, ku li bajarê Sine, rejîmê zext xistiye ser dukandaran, ku dukanên xwe vekin, û herweha li bajarên Urmiyê û Mehabadê dukanên daxistî bi “reng” diyarî kirine, da ku bikarin piştre dukanan nas bikin, û xwediyên wan destbiser bikin.
Di van du rojên dawiyê de, hêzên Îtila`atî ên rejîmê bi zextxistina li ser çalakên medenî û siyasî li bajarên Kurdistanê di hewla vê yekê de bûn ku pêşiya gireva xelkê Kurdistanê bigre.
Herweha rejîma Îslamiya Îranê bi armanca çavtirsandina xelkê û hevwelatiyan hêzeke zaf şande bajarên Kurdan.
Xelkê bajarên Kurdistanê bi armanca mehkûmkirina kiryarên terorîstî ên Spaha Pasdaran a rejîma Îranê, îro dest bi gireveke giştî kiriye, û bi neçûna bo derveyî malên xwe, kiryarên Spaha Pasdaran mehkûm dikin.