
Paşmeayewyên zibil û komnekirina wan ziblan û çaresernekirina averoyên servekirî di çend parêzgehên Kurdistanê de bûye gef li ser tendirustiya welatiyan.
Li bajarê “Kûhdeşt” ê parêzgeha “Luristan”ê û herwisa li bajarê Mewrîwanê yê girêdayê Parêzgeha Sinê, pirsgirêka micis ya komnekirina zibil û paşmaweyan heye; Herwisa ava avero li nav şeqam û kolanan de bûye gef li ser tendirurstiya welatiyan û bêhna nexweş hewayê bajarê “Kûhdeşt”ê levîtandiye.
Li bajarê Merîwanê, paşmaw û zibilên li taxa “Kuştargah” li nav şeqaman de dimînin û herwisa komê li ser hevkirina zibil li pira wê taxa bajar, tendirustiya xelkê rastî gefeke micid aniye.
Herwisa li Bajarê “Kûhdeşt” li parêzgeha “Lursitan”ê, komnekirina paşmaweyên malan û bicihmana zibil li kolan û li ser şeqaman û herwisa nebûna sîstema avero li wî bajarî, welatiyên wî bajarî rastî gefekî micid aniye û tendirustiyan wan welatiyan di bin gefê de ye.
Li bajarê Kûhdeştê, ava averoyan li ser şeqam û nava kolanan kom dibin û bêhnekî herî nexweş li wî bajarî belav bûye; Wî bajarî palavtingeha averoyan jî tinîne .
Guhnedan û xemsariya berpirsan li ser rewşa tendirustiya welatiyan pirsgirêkekî hertimî ye.
Li rewşa niha ya koronayê, mana zibil û avero gefekî herî micid li ser canê welatiyan e.