Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zibil û bermaw bûye gefeke micid li ser jîngeha Urmiyê

12:59 - 16 Gulan 2021

Zibil û kîseyên naylonî û bermawên ku hin kes li derveyî bajarê Urmiyê bi cih hiştine, niha bûye gef li ser jîngehê û herwisa gefeke micid li ser  tendirustiya xelkê ye.

Xelkê ku bona seyranê derdikevne derveyî bajarê Urmiyê, piraniya caran zibil, bermaw, kiseyên naylonî di nava sirûşt de bi cih dihêlin ku niha bûye gefeke micid li ser tendirustiya geştiyaran û herwisa gefeke micid li ser jîngeha wan deweran.

Nebûna bernameyeke serast bona komkirina wan kirs û bermayan ji aliyê navendên pêywendîdar ên rejîmê û herwisa berçavnegirtina yasayên parastina jîngehê ji aliyê hin kesan ve, hem jîngeh û hem tendirustiya xelkê rastî gefeke micid kiriye.

Berpirsên rejîma Îranê bona çareserkirina wê pirsgirêka jîngehî, tendirustî ti pêngawek hilnagirtine.

Hin caran encumen û navendên jîngehparêzî bona parastina jîngehê dest bi paqijkirina jîngehê dikin ku xelkê jî piştewanî ji wan çalakiyan kirine û beşdarî wan çalakiyên jîngehparêzî dibin.

Rejîma Îranê tevî ku ti piştewaniyek ji wan jîngehparêzan nake, belkî bi caran û bi sepandina tohmetên cuda, wan çalakvanan binçav dike û cezayên giran bi ser wan de disepîne.