Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zibil û paşmawe li şeqam û kolanên bajarê Sinê de mane û bajarvani wan kom nake

12:28 - 18 Tîrmeh (Temûz) 2021

Komnekirina zibil û paşmawyan li şeqam û kolanên bajarê Sineyê bûye sedema pîs bûn û kom bûna kirs û gemaran li averoyên nava kolan û şeqaman û bêhna pîs, bajarê Sineyê girtiye ber xwe.

Berpirsên rejîma Îranê li bajarê Sineyê pirsgirêka zibil û paşmaveyan piştguh avêtine û çendîn meh e ku zibil û paşmaweyan kom nakin û bi wê sedemê bajarê Sinê bûye cihê zibil, paşmawe û bêhna nexweş û xelkê bajarê Sinê rastî metirsiyeke micid a tendirustiyê hatine.

Berpirsên bajarvaniya Sinê soz dabûn ku wê pirsgirêkê çareser bikin û wan zibil û paşmaweyên li nav kolan û şeqaman de kom bikin, lê 2 meh ji soza wan karbidestên bajarvaniyê derbas bûye û heya niha zibil û paşmawe li şeqam û kolanan de mane û sêzên wan bi çewt derketin.

Taxên bajarê Sinê bi sedema zibil û paşmaweyan û behna pîs û gemar di rewşekî xirap de ne û niha gefeke metirsîdar a tendirustiya li ser welatiyên wî bajarî ye û bi berçavgitina germayê ew rewş hêj metirsîdar dibe.

Xelkê bajarê Sinê ji karbidestan bê hêvî bûne û dibe her bi xwe bajarê xwe paqij bikin neku dê rastî nexweşiyên metitsîdar û xisarên bê veger bibin.