Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zindî çalkirina Cûcikan di Îranê de

13:05 - 18 Nîsan 2020

Ev 2 roje li ser torên civakî hinek Vîdeo yên çalkirina Cûcikan dest bi dest têne belavkirin ku wîjdana mirovayetiyê dihejîne.

Gorî Vîdeo yan ku tête xuya kirin, bi Milyonan Cûcikên berhem anîna mirîşkên Goştî, têne çalkirin.

Pêka ragihandina civata pêşeya berhem anîna Cûcikan, dibe heya roja Yêkşemiyê hemî Cûcik bêne jinavbirin.

Ev kare bi agehdarî û biryara rejîmê tête encamdanê, rejîm cehdê dike ku raya xelkê bixapîne û hemî bêşiyanî, gendelî û şikestên xwe di varê abûrî û siyasî, bêxe ustê dorpêçan, rejîmê ragihandiye ku bi hegera evê ku em nikarin Dirav weguhozin  bo kirîna Dahnê xwarinê bo Cûcikan, ev Cûckane têne jinavbirin, ewa jî di demekê deye ku dahn û xwarina Cûcik û Mirîşk û teyr û tuyan, bi çi avayekê nekevtiye ber dorpêçan.

Bê guman ev cinayet û karê dûr ji vîjdanê ji aliyê rejîmê ve, de bibe sedema giran bûna nirxa goşt d Îranê de.

Ji navbirina Cûcikan di demekê deye ku rejîm berdewam basê bandora dorpêçan li ser Îranê dike û daxwaza dirav ji Sindûqa Navnetewiye Dirav dike.

Goştê berhemên Cûcikan ku weke Mirîşk dikeve Bazarê, yêk ji pêdiviyê xwarina rojaneye xelkê ye.