Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zirarberketiyên erdheja Kotolê ji bîr nekin

12:55 - 30 Adar 2020

Bi sedema erdheja wê dawiyê di devera Kotol de, zirareke mezin giha wê deverê û çendîn gundên wê deverê bi sedema erdhejê wêran bûn û xelkê wê deverê rastî zirarnên mezin hatin.

Welatiyên Kurdistanê bi awayên cuda hevkariya xelkê zirarberketiyên devera Kotolê kirin, lê rejîma Îranê ti hewleke wisa neda ku alîkariya xelkê wê deverê bike.

Tevî hatina vîrûsa Koronayê, mixabin hevkarî ji bo wê deverê hatiye sekînandin û xelkê zirarberketiyên devera Kotolê di rewşeke gelek xirab de dijîn.

Xelkê zirarberketiyên Kotolê di wê demsala sir û seqem û hatina befir û baranê de, jiyaneke gelek nexweş di bin xivet û befir û baranê de derbas dikin.

Xelkê zirarberketiyên Kotolê hewcehî bi alîkariya hemû aliyeke Rojhilatê Kurdistanê heye.

Çimkî rejîma Îranê alîkariya deverên Kurdistanê nake û eve erkê welatiyên Kurdistanê ye ku alîkariya birayên xwe yên zirarberketî bikin.