Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zirarberketiyên erdheja “Serpêl û Zehaw”ê hêşta jî di nav kanêksan de dijîn

12:34 - 11 Gulan 2020

Zirarerketiyên erdheja “Serpêl û Zehaw”ê, piştî derbasbûna 900 roj bi ser wê bûyerê de hêşta jî di kanêksan de dijîn û rewşa jiyan wan nebaş e û bi bê avî û berqî, arîşe bo wan afirandiye.

Roja 21`ê Xakelêwe ya sala 1396`an a Rojî, di bûyereke xwazayî de erdhejê parêzgeha Kirmaşanê hejand.

Di wê bûyerê de nêzî 500 kesê canê xwe ji dest dan û zêdetir ji 10 hezar kes birîndar bûn û zêdeyê 12 hezar xanî û avahî jî bi tewawî herifîn û zirareke mezin giha xelkê wê parêzgehê.

Berpirsên rejîma Îranê piştî wê bûyerê hezaran soz û qewlên direw dane xelkê zirarberketî yê wê parêzgehê.

Piştî derbasbûna nêzî 900 rojan bi ser wê bûyerê de, berpirsên rejîmê ti yek ji sozên xwe bi cih neanîn û hêşta jî welatiyên wê parêzgehê di bin xîvet û kanêksan de dijîn.

Tevî nebûna gelek îmkanatên detpêkî, wê carî jî xelkê zirarberketî yên “Serpêl û Zehaw”ê nerizayetiyên xwe nîşan dane û dane zanîn ku, heyameke av û berq di nav kanêksan de tine û eve jî pirsgirêkeke mezin e ku ji kulên ziraberkeyan zêde bûye.