Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara 468an a rojnameya Agirî ku ziman halê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye hat weşandin

01:28 - 22 Nîsan 2024

Di hejmara nû ya rojnameya “Agirî” de, helwêstên Hizba Dêmokrat û gotarên nivîskar û xebatkaran û nûçeyên mafê mirovî û mijarên cuda cuda hatine weşandin ku mijar û gotarên vê hejmara Agirî wiha ne:

Li rûpela 1 a 468 emîn hejmara Agirî de manşêta li jêr navê “Ev Şere, yan jî maşkanê û xapandina raya giştiye?” dikeve ber çavan û herwisa serdêra çend mijarên nava Agirî de hatine nasandin.

Rûpela 2 a hejmara nû a Agirî hatiye terxankirin bo deqa Peyama Navenda Birêveberiya Giştî a Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, bi hilkefta salvegera avakirina yekemîn rêkxistina ciwanên Kurd.

Rûpelên 3, a vê hejmara Agirî de deqa hevpeyvîna rêzdar Xalid Ezîzî Berdevkê PDKÎ digel “Deutsche Welle” hatiye çapkirin.

Rûpela 4 ê de Gotara “Sê awayên nakokî û pevçûnan” ji nivîsa Elî Munezemî. 

Rûpela 5ê de gotara: “Hizra şaş û neguncav” ji nivsîna Hesen Mukerem.

Rûpela 6an a 468 emîn hejmara Agirî de gotarek li jêr nave “Rewşa Îranê” ji nivîsa Kofîxwar dikeve ber çavan.

Rûpela 7ê de gotara: “Di roja cîhanî ya Azadiya Nerînan de jî ragihandina Rojhilat her di nav sînoran de ye!” ji nivîsa Eskender Ceiferî.

Herwisa li sitûnekê de li rûpela 7ê de çend gotin û Nêrîna lîderan jî tête dîtin.

Rûpela 8 de gotara: “Dibe ku dengdayîn bi pere be” ji nivîsa Vênûs Fayîq.

Rûpela 9 ê de beşa 1 a gotara: “KÊŞEYA CIVAKA ROJHELATA NAVÎN Û RIYA ÇARESERÎYÊ” ji nivîsa Hasan Harranî dikeve berçav ku vê gotarê dê hejmara bêt a Agirî de bête weşandin.

Rûpela 10 ê hatiye terxankirin bo gotarekê li jêr nave “Şer di pêxema xwe dorandinê de” ji nivîsa Serbest Urmiye.

Rûpela 11 ê a 468 emîn hejmara Rojnameya Agirî de çend nûçeyên binpêkariya mafê mirov ji aliyê rejîma Îranê li Kurdistan û Îranê de hatine weşandin.

Rûpela 12ê anku dawî rûpela hejmara nû a Rojnama Agirî, vê carê dîsan hatiye terxankirin bo postêrekê bi nave “ENFAL” postêr temsîla salyada jînosayda 182 Hezar Kurdên Başûrê Kurdistanê ji aliyê rêjîma Beisa Îraqê dike Ev postêr bi dîzayîn û zehmeta Serbest Urmiye hatiye kêşan.

Xwandevanên hêja hûn jî dikarin bo xwendina mijar û gotarên Rojnama Agirî, û dagirtina faîla PDF a Rojnameya “Agirî” serdana vêa  Lînkê bikin.