Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara 470an a rojnameya Agirî ku zimanhalê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye hat weşandin

12:27 - 21 Gulan 2024

Di hejmara nû ya rojnameya “Agirî” de, helwêstên Hizba Dêmokrat û gotarên nivîskar û xebatkaran û nûçeyên mafê mirovî û mijarên cuda cuda hatine weşandin ku mijar û gotarên vê hejmara Agirî wiha ne:

Manşêta 470 emîn hejmara Agirî li jêr nave “Mirina cinayetkarekî rêjîmê bû sedema keyxweşiya hejmareke zêde ji xelkê” ku armanc mirna Îbrahîm Reîsî serkomarê rêjîma Îranê ye.

Rûpela 2 a hejmara nû a Agirî hatiye terxankirin bo gotarekê li jêr nave “Reîsî û eger û pirsyarên sinaryoyê” ji nivîsa Nûredîn Sofîzade.

Rûpelên 3, a vê hejmara Agirî de “Şer ji bo şer” ji nivîsa Kerîm Perwîzî dikeve ber çavan.

Rûpela 4 ê de Gotara “Sîstema her tim terrorist” ji nivîsa Elî Munezemî hatiye weşandin. 

Rûpela 5ê de gotara: “Mirina dîktatoran jî gefê li jiyan û ewlehiya gel dike” ji nivsîna Serbest Urmiye.

Rûpela 6an a 470 emîn hejmara Agirî de gotarek li jêr nave “Zimanê Kurdî hebûna miletê kurd e” ji nivîsa Mistefa Ozçelîk hatiye çapkirin ku bi hikevta 15ê Gulanê roja Zimanê Kurdî hatiye amadekirin.

Rûpela 7ê de gotara: “Îran dibêje dibe ku êdî ew bombeya etomî bixwazin” ji nivîsa Eskender Ceiferî.

Herwisa li sitûnekê de li rûpela 7ê de çend gotin û Nêrîna lîderan jî tête dîtin.

Rûpela 8 de gotara: “Ben Bin Xanik an jî salnameya kurdî ku avahiyeke li Îranê û ya  serdema Sasaniyan e” ji nivîsa Rojan Kirmanc.

Rûpela 9 ê de gotara: “Nezanî valahîya herî mezine di navcîhana mirov de” ji nivîsa Hasan Harranî dikeve berçav.

Rûpela 10 ê hatiye terxankirin bo gotarekê li jêr nave “Şaneder, serçaveya têgihîştineke nû ya cîhanê ji Neanderthal an” ji nivîsa Bêhzad Qadirî.

Rûpela 11 ê a 470 emîn hejmara Rojnameya Agirî de çend nûçeyên binpêkariya mafê mirov ji aliyê rêjîma Îranê li Kurdistan û Îranê de hatine weşandin.

Rûpela 12ê anku dawî rûpela hejmara nû a Rojnama Agirî, vê carê dîsan hatiye terxankirin bo postêrekê li derheq salvegera şehîdbûna “Niho Paşayî” naskirî bi “Bapîr Şikak” û hevalê wî li xebata çekdariye sala 1346an a Rojî, Postêr li jêr nav û diruşma “Rêbaza we pîroze, em tim rêvîngên riya we ne” dikeve ber çavê xwênerên hêja, Ev postêr bi keda Serbest Urmiye hatiye dîzayînkirin û kêşan.

Desteya Agirî spas û destxweşiyê ji hemî wan kes û nivîskar û xebatkaran dike ku Agirî bi ked û zehmet û nivîsên wan tête xemilandin û weşandin.

Xwandevanên hêja hûn jî dikarin bo xwendina mijar û gotarên Rojnama Agirî, û dagirtina faîla PDF a Rojnameya “Agirî” serdana vê Lînkê bikin.