Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara 480an a rojnameya Agirî ku zimanhalê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye hat weşandin

01:09 - 22 Çirriya pêşîn 2024

Di hejmara nû ya rojnameya “Agirî” de, helwêstên Hizba Dêmokrat û gotarên nivîskar û xebatkaran û nûçeyên mafê mirovî û mijarên cuda cuda hatine weşandin ku mijar û gotarên vê hejmara Agirî wiha ne:

Manşêt Rûpela 1 – Daxuytaniya li derheq kombûna rêberiya Hizba Dêmokrat a

Kurdistana Îranê ye.

Rûpela 2 gotara - Xelkê ceribandiye, ji nivîsa Nûredîn Sofîzade.

Rûpela 3 gotara - “Soza Sadiq” sadiqtir bû li dijî gel, ji nivîsa Serbest Urmiye.

Rûpelên 4 gotara - Di avakirina pergala nû ya Rojhilata Navîn de cihê

Kurdan çiye an wê çi be?, ji nivîsa Hesen Herranî.

Rûpelên 5 gotara - Kurd divê bi dijminên xwe nexapin,  ji bo dijminên

xwe negrîn!, ji nivîsa Cano Amedî.

Rûpela 6 gotara - Çend sedem bo şerê dawiyê!, ji nivîsa Jêhat.

Rûpela 7 gotara - Piştî dagirkariya Artaxê, hîn berpirsên dewleta Nagorno li Bakû girtî ne! ji nivîsa Eskender Ceiferî.

Herwisa li sitûnekê de li rûpela 7ê de çend gotin û Nêrîna lîderan jî têne dîtin.

Rûpelên 8 gotara - Partîya Welatparêzên Kurdistanê li Amedê şeva pîrozbahîya yeksalîya PWKyê li darxist, Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk di vê merasimê de gotarek pêşkêş kir ku parek ji gotarê hatiye weşandin:

Rûpela 9 gotara - Rêwîtî û xwendin ji nivîsa Vênûs Fayêq û wergêrana Hesen Mukerem.

Rûpela 10 gotara - hunera wergêranê, Wergêrê xwedî şiyan û Berhemanîna Wergêranekî Baş (Beş 1). Ji nivîsa Rojan Sofîzade û wergêrana Hesen Mukerem.

Rûpela 11 - Çend nûçeyên binpêkariya mafê mirov ji aliyê rêjîma Îranê li Kurdistan û Îranê de hatine weşandin.

Rûpela 12ê dawî rûpela hejmara nû a Rojnama Agirî, postêrek e ku rewşa xirabe abûriya Îranê û belengaziya xelkê temsîl dike. Ev postêr bi dîzaynêrî û kêşana Serbest Urmiye hatiye amade kirin.

Herwisa rojnama Agirî ji aliyê Xelîl Mîlanî ve hatiye dîzayînkirin.

Desteya Agirî spas û destxweşiyê ji hemî wan kes û nivîskar û xebatkaran dike ku Agirî bi ked û zehmet û nivîsên wan tête xemilandin û weşandin.

Xwandevanên hêja hûn jî dikarin bo xwendina mijar û gotarên Rojnama Agirî, û dagirtina faîla PDF a Rojnameya “Agirî” serdana vê Lînkê bikin.