Hejmara 481an a rojnameya Agirî ku zimanhalê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye hat weşandin
Di hejmara nû ya rojnameya “Agirî” de, helwêstên Hizba Dêmokrat û gotarên nivîskar û xebatkaran û nûçeyên mafê mirovî û mijarên cuda cuda hatine weşandin ku mijar û gotarên vê hejmara Agirî wiha ne:
Manşêt Rûpela 1 – Peyama pîrozbahiya Navenda Birêveberiya Hizba Dêmokrat bi hilkefta birêveçona hilbijartinên Parlemana Herêma Kurdistanê.
Rûpela 2 gotara - Meydana fînalê, ji nivîsa Kerîm Perwîzî û wergêrana Bêhzad Simko.
Rûpela 3 gotara - Rêberê bêberpirsiyarî!!, ji nivîsa Dr. Mecîd Heqî.
Rûpelên 4 gotara - Daviya dijminayetiyek 45 salî?, ji nivîsa Elî Munezemî.
Rûpelên 5 gotara - Demokrasîxwaziya ne demokratîk û bandora vê li ser tevgerên azadîxwaz, ji nivîsa Serbest Urmiye.
Rûpela 6 gotara - Divê ne ji bo mijûl kirinê, ji bo çareserîyeke rasteqîn gavên pêwîst bêne avêtin û hemû alîyên kurdan mixetab bêne girtin!, ji nivîsa Mistefa Ozçelîk.
Rûpela 7 gotara - Îran bûye rojeva navçeyê, Almanya
karvedan nîşan da!, ji nivîsa Eskender Ceiferî.
Herwisa li sitûnekê de li rûpela 7ê de çend gotin û Nêrîna lîderan jî têne dîtin.
Rûpelên 8 gotara - Xuyaye ev hevîr wê gellek av bigire…, ji nivîsa Cano Amedî.
Rûpela 9 gotara - Feydeya nivîsandinê çi ye?, ji nivîsa Vênûs Fayêq û wergêrana Hesen Mukerem.
Rûpela 10 gotara - Hunera wergerê, Wergêrên jêhatî û Berhemên Wergera Baş (Beş 2). Ji nivîsa Rojan Sofîzade û wergêrana Hesen Mukerem.
Rûpela 11 - Çend nûçeyên binpêkariya mafê mirov ji aliyê rêjîma Îranê li Kurdistan û Îranê de hatine weşandin.
Rûpela 12ê dawî rûpela hejmara nû a Rojnama Agirî, postêrek e li derheq keçekî xwendekar ku bi nîşana nerizayetî li henber givaşên heraseta Zînîngehê li Têhranê de kincên xwe li ber xwe xistin, ev nerizayetî û helwêsta wê xwendikarê dengvedanekî berfireh li astê media û torên civakî li astê cîhanê de hebû. Ev postêr bi dîzaynêrî û kêşana Serbest Urmiye hatiye amade kirin.
Herwisa rojnama Agirî ji aliyê Xelîl Mîlanî ve hatiye dîzayînkirin.
Desteya Agirî spas û destxweşiyê ji hemî wan kes û nivîskar û xebatkaran dike ku Agirî bi ked û zehmet û nivîsên wan tête xemilandin û weşandin.
Xwandevanên hêja hûn jî dikarin bo xwendina mijar û gotarên Rojnama Agirî, û dagirtina faîla PDF a Rojnameya “Agirî” serdana vê Lînkê bikin.