Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara 521 an a Rojnameya Agirî ku zimanhalê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye, hat weşandin

18:01 - 6 Tîrmeh (Temûz) 2026

Di hejmara nû ya rojnameya “Agirî” de gotarên nivîskar û xebatkaran û mijar û helwêstên PDKÎ hatine weşandin ku hejmara 521 a Agirî de, ev mijar hene:

Li rûpela ewilî de, Manşêt- Peyama spasî û pêzanîna Hizba Dêmokrat rû bi xelkê xebatkar ê Kurdistanê, azadîxwazan, hizb û aliyên siyasî yên Kurdistan û Îranê.

Rûpela 2 – Kurtiye ji hevpeyvîna Kak Mistefa Hîcrî, Sekreterê Giştî yê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê di bernameya 'Meydan' a beşa farisî ya Dengê Amerîkayê.

Rûpela 3 – gotara - Qasimlo: Ji kesayetiyê ber bi mektebekê ve, ji nivîsa Şemal Terxîbî.

Rûpela 4 – Gotara - Şiroveya herifîna desthihatdariya reha di Îranê de, ji nivîsa Serbest Urmiye.

Rûpela 5 de gotara - Cihê têkoşîna azadiya Kurdistanê di ramana nifşê “Z” de, ji nivîsa Adil Direxişanî, û wergêrana Hesen Mukerem  .

Rûpela 6 – Beşa 2 a gotara – Ji Nû Ve Nasandina Têkoşîna Kurdî di Serdema Guherînên Mezin de, ji nivîsa Dr. Mehmûd Ebas.

Rûpela 7 ê de gotara - Têkbirina sîstmatîk a jîngeha Kurdistanê ji aliyê rêjîma Îranê ve, ji nivîsa Eskender Ceiferî.

Herwisa li sitûnekê de li rûpela 7ê de çend gotin û Nêrîna lîderan jî têne dîtin.

Rûpela 8 – de - Di deve deva 22ê Pûşperê, Salroja Şehîdkirina Dr. Ebdullrehiman Qasimlo li ser hizir û ramanên Qasimlo, Sîmîn Rûhanîzade bo rûpela taybet bi hevpeyvîna Agirî, digel rêzdar “Mesûd Tek” Siyasetmedarê naskiriye Kurd hevpeyvîn encam daye.

Rûpela - 9 – Gotara bîrewerî - Me ji ber şermezarkirina qetlîama Siwasê ya Madimakê ceza xwar, lê qatilan ceza nexwarin, ji nivîsa Xidir Ûso.

Rûpela 10 –Gotara - Civaka Sivîl, Asoyên Siyasî û Guhertina Berdewam di Rewşa Piştî Şer a Îranê de, ji nivîsa Sefiye Xalidî.

Rûpela 11- Agirî de, çend nûçeyên binpêkariya mafê mirov ji aliyê rêjîma komara îslamiya Îranê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de, dikevne ber çavê xwênerên rêzdar.

Rûpela 12- dawî rûpela hejmara 521 a Rojnameya Agirî, postêrek e li jêr navê “Dawiya Zaliman, Elinda serkevtina gelan e” ev postêr jî wekî her car bi terahî û dîzaynêriya Serbest Urmiye hatiye amadekirin.

Rojnama Agirî ji aliyê Xelîl Mîlanî ve tête dîzayînkirin.

Desteya Agirî spas û destxweşiyê ji hemî wan kes û nivîskar û xebatkaran dike ku Agirî bi ked û zehmet û nivîsên wan tête xemilandin.

Xwandevanên hêja hûn jî dikarin bo xwendina mijar û gotarên hejmara 521 a Rojnama Agirî, û dagirtina faîla PDF a Rojnameya “Agirî” serdana vê Lînkê bikin.